Bi tevlîbûna delegeyên ji tevahî qadan li çiyayên kurdistanê hat lidarxistin

Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan KJAR’ê kongreya xwe ya 3’mîn li çiyayên Kurdistanê li dar xist. Di kongreyê de tundî û komkujiyên li dijî jinê hatin nirxandin û ji bo azadiya jinê biryarên bilind-kirina têkoşînê hatin wergirtin.

Komalgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistan KJAR 3’mîn Kongreya xwe di navbera 2 û 4’ê Nîsana 2020’an de bi tevlîbûna delegeyên ji hemû qadan, li çiyayên Kurdistanê pêk anî.

Kongre 3 rojan dewam kir û bi dirûşmeya ‘ Bi rêxistinbûna jinên Rojhilat, emê neteweya demokratîk ava bikin’ bi necam bû.

Di destpêka kongreyê de endama Koordînasyona KJAR’ê Dîlan Cûdî axivî û got:

Êdî tevahî gel û jinên azadixwaz dizanin, ku hêzên desthilatdar û dagirker ji mirovan re azadiyê naynin.

Îro bi îdeolojiya rizgariya jin me erkên pêşengiyê girtiye ser mile xwe û di pêşengiya jinê de li hember dagirker û qirkeran bi rengekî bêhempa têdikoşin.

Piştî axaftinan rewşa siyasî û rêxistinî bi berfirehî hate nirxandin.

KJAR soza domandina têkoşîna li dijî tundiya li ser jin dide

Kongre di Roja 3’an de bi rojevên plansazî û hilbijartinan û encam-nameyekê bi dawî bû.

Plansaziya 2 salên pêşiyê di kongreyê de hat diyarkirin.

Hin ji xalên sereke yên Plansaziyê weha ne.

*KJAR, azadiya Rêber Ocalan dike navenda hemû xebatên xwe û li ser esasê pêkanîna vê, xwe birêxistin dike.

*Li hemberî pêkanîn û polîtîkayên tecrîda li hemberî azadî, tendûristî û ewlehiya Rêber Ocalan tê pêşxistin, têkoşîneke giştî bê meşandin da ku tecrîda li Îmralî parçe bibe û bi Rêber APO re azad bijîn.

*Li ser pirsgirêk û pêdiviyên jinê pêşxistina kampanyan, tekoşîn meşandin û xwe gîhandina tevahî gel û jinan.

*Xebata neteweyî ya jinên Kurd meşandin, bi taybet jî li ser yekitiya jinên Rojhilatê Kurdistanê xebat bên berfirehkirin û konfiransa jin ya Rojhilatê Kurdistanê were li darxistin.

*Li hember tundiya li dijî jinan di nava raya giştî de kampanya bê meşandin.

*Ji bo rewşa Zeynep Celaliyan di serî de ji bo azadiya tevahî girtiyên jin ên siyasî bi awayekî bi bandor pêşxistina têkoşîn û çalakiyan.

Di dawiyê kongrê de hilbijartin hat kirin û desteya rêveberiya KJAR’ê ya nû ku ji 15 kesan pêk dihat, hat destnîşankirin.

Back to top button