Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 163 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 73 kes baş bûne û 3 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 762 test hatine kirin û 163 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 3 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 73 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 4 hezar û 632 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 811 kes baş bûne û 163 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.