Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê bang li xelkên Rojavayê Kurdistanê kir ku vegerin malên xwe.
Nûnera Rêveberiyê Nûrşan Hisên ji bo pêşîgirtina li guhartina dermografî û xwedîderketina li xakê, bang li tevahî koçberên li Başûr dimînin, kir ku vegerin malên.
Nûrşan da xuyakirin ku niha ji ber belavbûna vîrûsa Coronayê, deriyê Sêmalkayê girtî ye û teqez kir ku di demeke nêzîk de wê derî ji bo vegera koçberan vekirî be.
Li gorî rêveberiya deriyê Sêmalkayê, berî 3 mehan zêdetirî 5 hezar koçberên ku li Başûrê Kurdistanê diman, vegeriyabûn malên xwe. Lê piştî belavbûna Coronayê, derî hat girtin.