Li Lîbya DAIŞ zindî dibe û berpirsyariya xwe ji teqînekê radigihîne

DAIŞ destekê dide hikûmeta Ixwanî ya Lîbyayê û berpirsyariya xwe ji teqîna ku duh li bajarokekî biçûk li başûrê welêt rû dabû, ragihand. Artêşa Niştimanî jî pêşketinên berbiçav li devera Hîra ya li başûrê Terablusê kir û ber bi rizgarkirina wê ve diçe. Her wekî artêşê ziyanên mezin gihandin gelek nuqteyên çeteyên dewleta Tirk. 

Piştî rawestandina çalakiyên wê bi salekê, DAIŞ’ê berpirsyariya xwe ji teqîna ku duh li bajarokê Tiragin ê li başûrê Trablusa paytext a Lîbyayê ragihand.

Teqînê, bendeke hêzên ewlekariyê kiribû armanc, lê di encama wê de ti ziyanên canî çênebûn.

Çavkaniyeke leşkerî ji Artêşa Niştimanî ragihand ku, piştî girtina serçeteyekî DAIŞ’ê, tevgera wê li başûrê Lîbyayê zêde bûye.

Artêşa Niştimanî ber bi rizgarkirina devera hîra ve diçe

Li ser erdê jî, şer û pevçûn dewam dikin û herî dawî li başûrê paytexta Lîbî, şerekî dijwar di navbera Artêşa Niştimanî û çeteyên dewleta Tirk de rûda.

Çavkaniyeke leşkerî ji Artêşê ragihand ku wan dest daniye ser gelek deverên eniya Hîra û şer û pevçûn li ser rêya ku bajarê Xeryan bi paytextê ve girê dide, hîna jî dewam dikin.

Artêşa Niştimanî embarên çekan ên çeteyan kirin armanc

Ji aliyê xwe ve rêveberê perspektîva manewî yê Artêşa Lîbî Xalid Mehcûb ragihand ku hêzên wan ên esîmanî embarin çekan ên Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk armanc kirin.

Mehcûb eşkere kir ku wan li devera di navbera Xeryan- Hîra û ta Esabi’a, gelek nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.

Mehcûb teqez jî kir ku baregeha leşkerî ya Selxane û baregeha Ebû Reşade, ev 2 roj in tên bombebarankirin û di encamê de 2 embarên çekan û embareke erebeyên leşkerî hatin jinavbirin.

Li gorî Mehcûb, hêzên wan operasyoneke taybet li eniya Qedahiye ya li başûrê bajarê Misratayê pêk anî ku di encama wê de, gelek maşîne hatin jinavbirin û çeteyekî dewleta Tirk dîl hate girtin.

NY: Amanckirina sivîlan bi bombeyên çandî, veguherîneke kirêt e

Ji bo şer û dorpêça çeteyên dewleta Tirk li ser sivîlên Lîbyayê.. NY nerazîbûnên xwe ji kuştin û birîndarkirina sivîlan li deverên Eyn Zara û Selahedînê yên Terablusê, ku bombe di malên wan de hatibûn çandin, anî zimên.

Şandeya NY, armanckirina sivîlan bi van bombeyan, bi veguherîna kirêt a şerê li Lîbyayê bi nav kir û diyar kir ku ev yek qanûna navdewletî ya parastina mafên sivîlan binpê dike.

Back to top button