Hêzên hikûmeta Şamê, deverên Başûrê Idlibê toparan kirin

Qaşo agirbesta Putin-Erdogan a li Idlibê di roja xwe ya 82’an de ye, lê deverên Cebel El-Zawiyê hatin topbarankirin.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê devera El-Riwêha, Bênên û El-Fitêra yên Başûrê Idlibê bi mûşekan topbaran kirin

Duh jî, Hêzên hikûmetê gundên El-Enkawî û Qilêdîn ên Sehil El-Xab ên li gundewarê rojavayê Hemayê, kirin armanc.

Li aliyê din, dewleta Tirk a dagirker rojane hêz û maşîneyên xwe dişîne Idlibê.

Li gorî çavdêriyê, duh karwanekî din ku ji dehan maşîneyan pêk dihat, di deriyê Kefer Losîn re derbasî Idlibê bû.

Bi vê jî, jimara maşîneyên ku dewleta Tirk ji destpêka agirbestê ve derbasî herêmê kirine, gihaşt 3 hezar û 435 maşîneyî, ev yek li gel bicihkirina bi hezaran leşker.

Back to top button