Dewleta Tirk a dagirker, 36 derase derbasî Serê Kanî û Girê Spî kirine

Xelkên wê da koçber kirin, mal û milkên wan jî dizîn, niha hilberîna ceh û genimê herêma Serê Kanî û Girê Spî li ber talana dewleta Tirk a dagirker e. 

Dagirker, ji bo mûsimê çinîna ceh û genim, 36 deraseyên xwe ji Serê Kaniyê derbasî Girê Spî kirine.

Ev deraseyên di dîmen de têne xuyakirin, yên dagirkeriya dewleta Tirk in.

Li Serê Kanî û Girê Spî derdora milyon ton berhemên zeviyan hene.

Bi vê yekê re, pişt berhevkirina zeviyan, wê dewleta Tirk berheman derxîne Tirkiyê.

Dewleta Tirk a dagiker, zeviyên li herêmên di bin dagirkeriya xwe de didize û yên li deverên din jî dişewitîne.

Back to top button