Michael Ryan: Dewletên dev ji tedbîrgirtinan berdane, bi metirsiya coronayê re rû bi rû ne

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî hişyariya metirsiya vîrûsê Coronayê da dewletên ku vîrûs li wan sivik bûye û dev ji tedbîrgirtinan berdane.

Serokê rewşên awarte yê Rêxistinê Michael Ryan da xuyakirin ku cîhan hîn jî di nîvê pêla yekem a vîrûsê de ye û welatên ku jimara pêketiyan li wan kêm dibin jî, bi metirsiya vîrûsê re rû bi rû ne.

Ryan diyar kir ku, eger tedbîrgirtin bên rakirin, dibe ku navinciyên pêketinan zêdetir bibin.

Serokê rewşên awarte yê WHO destnîşan kir ku piştî pêla vîrûsê ya yekem, dibe ku cîhan bi metirsiya pêla duyem re rû bi rû be.

Back to top button