LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK GELÊ BABÊ DAKETIN QADAN

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê, şêniyên li Babê daketin qadan.

Li gorî ajansa Hawarê, hat ragihandin ku şêniyên li bajarê Babê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin li dijî binpêkirinên ku li Babê tên kirin daketin qadan.

Xelkên bajarê Babê li Qada Alem a li navenda bajêr kom bûn.

Di meşê de sloganên ku banga derketina dagirkeran dikir, hatin berzkirin.

Di heman demê de rê hatin girtin, tekel jî hatin şewitandin.

Ev ne cara yekê ku şêniyên li Babê li dijî dagireriya dewleta tirk dadikevin qadan.

Leave a Reply

Back to top button