Desteya Jin ji bo aboriya serbixwe projeyên rengîn amadekirin

Bi projeyên Desteya Jinê, jin bûn xwedî aboriyeke serbixwe. Seroka Desteya Jin Firyaz Berkel, diyar kir ku projeyên ku hatin amadekirin li herêmê bûn modelek nû, Cureyên projeyan rengekî cuda û balkêş dide civakê, bi projeyan jin dê bibin xwediyê aboriya serbixwe.

Ji ber hişmendiya Rejîma Bass li Rojavayê Kurdistanê li hemberî jinan nêzikatiyeke pir hişk hebû.

Lê piştî şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an û bi avabûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk, di hêla hişmendiyê de gelek guhertin pêk hatin.

Jin êdî çarçoveya jiyana xwe û xebata xwe berfireh kirin.

Desteya Jin a Kobanê ji bo pêşxistina aboriya jinê gelek proje amadekirin.

Projeya bi navê Vîna Jin weke projeya dirûnxane, projeya xwarinên hişk yên ji bo zivistan (Mûnê) û herî dawî jî di 7’ê Adara 2020’an de projeya Vîna Jin ya sebze û fêkiyan hatin amadekirin.

Cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin bi firotina fêkî û sebzeyan re mijûl bûn.

Piştî vê projeyê, li bajarê Amûdê yê herêma Cizîrê jî heman bazara sebzeyan hat vekirin û li vir jin dest bi xebatê kirin.

Seroka Desteya Jin Firyaz Berkel li ser armanca van projeyan axivî û got:

Me xwest di nava civakê de alîkariya aborî bidin jinan û bi vî rengî rêxistinbûna jinê ava bikin.

Projeya me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modelek nû û tekane ye ku jin tê de cih digirin.

Armanca me ya herî sereke ewe ku jin bibin xwedî aboriyeke serbixwe.

Sîham Ebik ku di Vîna Jin de dixebite dibêje:

Piştî ku desteya jin proje amade kir, Vîna Jin gelekî bala min kişand û min berê xwe dayê.

Di dema pêş de em ê projeya xwe hîna berfirehtir bikin da ku em li gorî xwestekên gelê xwe tev bigerin.

Armanca min ji vî karî ew e ku ez pişta xwe bidim keda xwe û pêwistiya xwe bi kesî nebînim.

Back to top button