Salek berê dîsa berxwedanê deriyê Îmraliyê vekir

Di ser encamgirtina çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de dest pê kir û bi tevlebûna hezaran girtî û siyasetmedar dewam kir re salek derbas bû.

Bi hezaran girtî û siyasetmedarên Kurd salek berê îro li ser banga Rêber Ocalan dawî li çalakiyê anîn. Rêber Ocalan di her hevditinan de di ‘Çareseryê’ de iskar kir û xwest siyaseta demokratîk û diyalogê bêş bixin.

Rêber Ocalan, ku ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Girtîgeha Girava Îmraliyê tecrîdkiriye, ji ber astengkirina hevdîtinên malbat û parêzeran ji aliyê dewleta tirk, bi taybetî rejîma wê ya faşîst AKP-MHP’ê ve, gelek caran bi salan agahî ji nehat girtin.

Ji bo vê yekê, ev 22 salin, gelek caran di serî girtiyên azadiyê, li welat û derveyî welat, çalakiyên grevên birçîbûnê yên bê dorveger pêk hatin, bi dehan kesan jî çalakiyên canbexşane kirin.

Herî dawî ji ber ku 5’ê Nîsana 2015’an ve ti agahî ji Rêber Ocalan nehate girtin, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger kir.

Piştre li Hewlerê Endamê HDP’ê yê Hewlerê Nasir Yagiz, li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş, di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kirin.

Her wiha Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok, li Kelara Germiyan Herêm Mehmûd dest bi grevê kirin.

Di 1’ê Adarê de bi hezaran girtiyên siyasî li zindanên dewleta Tirk, dest bi greva birçîbûnê kirin.

Dîsa li welat û derveyî welat gelek kesan bi dorveger û bê dorveger, çalakiyên greva birçîbûnê pêk anîn, heman demê bê navber bi taybetî bi pêşengiya dayîkan, meş, mîtîng, kar û xebatên dîplomatîk hatin kirin.

Ugur Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay ji bo şikandina tecrîdê bi çalakiyên fedayî tevî karwanê cangoriyên azadiyê bûn.

Di encama vê berxwedanê de, dewleta Tirk neçar ma, piştî 8 salan ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re, rê bide parêzeran.

Li ser banga Rêber Ocalan a di hevdîtina 2’ê Gulanê de, çalakiyên greva birçîbûnê, 26’ê Gulana 2019’an, hatin bi dawîkirin.

Herî dawî ji ber agahiya şewata li Girava Îmraliyê dîsa di encama çalakiyên gelê Kurd û dostên xwe de, 2’yê adara 2020’an û ji ber metirsî û gefa vîrusê, li ser zexta gelê Kurd, 28’ê Nîsana 2020’an, bi rêya telefonê hevdîtin hatin kirin…

Back to top button