“JI BO OCALAN ROLA XWE BILÎZE DIVÊ TECRÎD RABE”

Nerazîbûn û bertekên li dijî tecrîdkirina Ocalan her ku diçe zêde dibin.

Hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê Îbrahîm Çîçek, bêdengiya hikûmeta AKP’ê derbarê çalakiya Leyla Guven ku li dijî tecrîdê destpêkirî rexne kir .

Hevserokan gotin:

Ji bo ku dewleta Tirk ji kirîzên heyî xlas bibe divê dawî li tecrîda li ser Rêber Ocalan bîne.

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan nerazîbûn zêde dibin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan were di roja 43’yan de ye.

Hevserokên HDP û DBP’ê yên Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê nirxandin û bêndegiya hikûmetê jî rexne kirin.

Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, anî ziman ku ger hikûmet vê helwesta xwe dewam bike wê çalakî bebelav bibin û wê ev jî bibe sedema encamên cidî.

Bûlûttekîn destnîşan kir ku divê parêzer û malbat bikaribin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin.

Hevseroka DBP”ê ya Amedê Naşîde Toprak jî, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê daye destpêkirin li nav civakê belav bûye û wiha got:

Divê partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl bertek nîşanî hikûmeta AKP’ê bidin.

Her diçe çalakî belav dibin û êdî asta krîtîk derbas kiriye.

Toprak, bang li hikûmeta AKP’ê kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan were û ji bo raya giştî jî got divê ji bêdengiya xwe derkevin û wiha domand:

Ji bo aştî li Tirkiyê pêk were divê em bi yek destî dawiyê li tecrîda li ser Rêber Ocalan bînin.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Îbrahîm Çîçek jî, destnîşan kir ku divê raya giştî ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîdkirina Ocalan bi hestiyarî tev bigere.

Leave a Reply

Back to top button