Rêveberiya Xweser nederketina derve heya 5’ê Hezîranê dirêj kir

Di çaçoveya tevdîrên pêşîgirtina vîrûsa corona de, Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî qedexekirina nederketina derve ji 27 meha gulanê heta 5’ê Hezîranê dirêj kir.

Dema qedexeyê ya rojane jî ji saet 7:00`an êvarê heta 6:00`an sibeha roja din diyar kir.

Dikandar dikarin dikanên xwe ji saet 6:00’an ê sibeha heta 7:00`an êvarê vekin.

Xwaringeh jî tevî şertê pêkanîna tedbîrên pêwist dikarin dikanên xwe vekin.

Çûyîn û hatina di nava bajaran de jî wê serbest be, bi şertê pêkanîna tedbîrên pêwist.

27’ê Gulanê hemû karkerên di saziyên rêveberiya xweser de kar dikin, wê dest bi karê xwe bikin.

Deriyên sîron heta biryarek nû jî wê girtî bimênin, Ji bilî deriyên Tayha û Tebqa ew ê ji bo rewşên mirovî vekirî bimînin.

Hemû kefetêrya, dibistan û zanîngeh girtî dimînin.

Back to top button