Li Kobanê, dar û daristan ji şewatan tên parastin

Li Kobanê, Rêveberiya Hawîrdorê ya herêmê, ji bo rêgirtina li ber şewitandina dar û daristanan, li ser hinek plan dixebite da karibin dar û daristanên xwe ji birîn û şewatan biparêzin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gelek zeviyên çandiniyê hatine şewitandin.

Ji ber vê jî, daristan û rûberên şînahiyan yên bajarê Kobanê, ji ber şewatan di nava xeteriyê de ne.

Li wir, bi hezaran dar li daristanên cuda yên li dora bajêr û gundên nêzî wî hatine çandin.

Ji wan, daristana Meşte Nûr, Hêvî, Daristana 4ê Nîsanê û ya Şehîd Xabûr.

Her wiha gelek daristanên din ku nêzî 9 hezar û 500 dar lê hatine çandin, niha ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Hawîrdorê ya Herêmê têne parastin.

Der barê mijarê de, endezyar Arif Muslim diyar kir ku wan erdên li dora daristanan ajotine û hewl didin dermanekî li dijî şînatiyên ku di Biharê de şîn dibin û dibin sedema şewatan, peyda bikin.

Back to top button