Pentagon: Li Deryaya Spî, 2 firokeyên Rûsî rêya droneke Amerîkî asteng kir.

Li Deryaya Spî, firokeyên Rûsî rê li ber droneke Amerîkî girt. Artêşa Amerîkî bi daxuyaniyekê ragihand ku, 2 firokeyên Rûsî yên ji cureya Soxoy 35, bela xwe di drona Amerîkî de da û 64 deqeyan firîna wê asteng kir.

Daxuyaniyê ev kirin şermezar kir û destnîşan kir ku di nava 2 mehan de, ev cara sêyemîn e ku bûyerek bi vî rengî ji aliyê Rûsyayê ve tê kirin û metirsiyê li ser firokeyên Amerîkî çêdike.

Di daxuyaniyê de bang li Moskovayê hat kirin ku li gorî pîvanên navdewletî yên ewlekariya esîmanî tev bigire û pabendî peymanên xweparastina ji bûyerên li esîmanên deryayan bibe.

Back to top button