Miles Kiggins: Operasyonên me û QSD’ê, DAIŞ lewaz kiriye

Tevî tekçûna wan di milê leşkerî de, hîna metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li dar e, lê hêzên QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî bi operasyonên xwe bêhn li wan çikandiye. Berdevkê Koalîsyonê egeriya çalakbûn û vegera wan anî ziman û ji bo têkbirina wan jî teqez kir ku têkoşîna wan û QSD’ê, li dijî DAIŞ’ê we her berdewam be.

“23 çete û 4 serçeteyên mezin yên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûrî di hefteya dawî de, hatin kuştin.”

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê Miles Kiggins, bi van agahiyan, girîngiya operasyonên li dijî DAIŞ’ê destnîşan kir.

Li gorî Kiggins, bi van operasyonan, bandora êrîşên çeteyan û idyolojya wan ya radîkal li herêmê kêm dibe.

Berdevkê Koalîsyonê ji ragihandinê re got:

“DAIŞ’ê hewl dide xwe zindî bike, lê bi zext û çalakiyên QSD’ê, ew li herêmê lewaz bûne.”

Kiggins, vegera DAIŞ’ê li Sûriyê weke “egerek rast” dibîne, ji bo ev yek pêk neyê jî, teqez kir ew ê têkoşînê dewam bikin.

Kiggins ji bo vê jî dubare piştgirî û hevkariya xwe bi hêzên QSD’ê re anî ziman.

Der barê girtiyên DAIŞ’ê jî, Miles Kiggins, diyar kir ku QSD’ê barekî mezin ê girtina van çeteyan rakiriye ser milê xwe, eger ev çete reviyabana welatê xwe, wê êrîşên xwe li wir jî pêk anîbana.

Berdevkê Koalîsyona Navdewletî diyar kir ku ev girtî metirsiyeke mezin li ser gelên herêmê çêdike, divê çareseriyek navdewletî mayînde ji bo wan bê dîtin.

Berî çend rojan jî, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û fermandarê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê Eric Hill civiyan û têkoşîna li dijî DAIŞ û dosyaya girtiyên wê nîqaş kir.

Hingê, aliyan hevkariya xwe û têkoşîna li dijî DAIŞ’ê anîn ziman.

Back to top button