Nûnerê Konferansa Ermenî ya Cîhanî Hamo Meskvian û siyasetmedarên Bakurê Sûriyê armancên gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxandin.
Hamo Mekvian got:
“Erdogan xwe wek sultanê nû yê dewleta Osmanî dide nîşandan.
Bi gefxwarinên xwe hewl dide Kurd, Ermen û Suryan û Êzidiyên ku bi hev re jiyaneke hevbeş dijîn, tun bike.”
Mekvian balkişand li ser helwesta hikumeta Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û gefên wê û got:
“Erdogan ger êrîş bike, wê herêmê dagir bike û komkujiyan der heqê gelê wê de pêk bîne û jê dernakeve.”