Li Başûrê Kurdistanê, artêşa Tirk a dagirker zarokeke 13 salî li Dihokê birîndar kir.
Li gorî çavkaniyên herêmî, duh danê êvarî leşkerên Tirk girê Şaraniyê yê nêzî gundê Bêdihê yê Dihokê, da ber top û guleyan.
Di encamê de, zaroka 13 salî ya bi navê Dalya Ebdullah a ji gundê Bêdihê ji lingê xwe birîndar bû.
Leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn guleyan li şêniyên Bêdihê direşînin.
Çavkaniyan diyar kir ku xelkê gundê Bêdihê zivistanan lê namînin, lê niha ji ber cejn û betlaneyê, çûne gund. Artêşa Tirk jî, ji bo şênî venegerin gundê xwe, bi zanabûn guleyan direşînin.