Ji têkoşîna jinan, mafê kurtajê bû qanûn

Ji ber hişmendiya pergala mêr-salar, jin ji mafê herî rawa bê par hat hiştin. yek jê jî mafê kurtajê ye.

Piştî têkoşîneke bêhempa li Tirkiyê 27’ê Gulana 1983’an mafê kurtajê bû qanûn û her çiqas hatibe rojevê jî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve bi awayekî pratîkî hat qedexekirin.

 

Mafê kurtajê ku yek ji mafên herî girîng ê jinan ku ji dest hatiye girtin.

Li cîhanê yekem welatê ku bi awayekî qanûnî mafê kurtajê da nasîn Yekîtiya Sovyetan bû.

1934’an li Yekîtiya Sovyetan jimara jinên ku kurtaj kirin gihişt 700 hezar.

Bi zêdebûna jimarê re 1936’an, guhertin di qanûnê de hat çêkirin û kurtaj bi şertên tibî ve hat girêdan.

Piştî wê, li Îzlan-dayê mafê kurtajê bû qanûn.

1973’an jî li DYA’ê kurtaj bû qanûn.

Li dijî qedexeya kurtajê, têkoşîna jinekê Li Tek-sasê derket dadgeha herî bilind a welêt.

9 dadgeran, 2 salan ev bûyer lêkolîn kirin û 1973’an bi pirdengiyê biryara qanûnîbûna kurtajê dan.

Bi vê dozê re jinan mafê kurtajê bi dest xistin.

Li gel têkoşîna ku jinan da jî sînorkirinên ji bo kurtajê jî hatin zêdekirin.

1971’ê, 343 jinan bertek nîşanî qedexekirina kurtajê dabûn û manîfestoyek weşandin.

Jinan diyar kirin ku li Fransayê her sal milyonek jin, derveyî qanûnê, kurtajê dikin.

Çileya 1975’an bi vê hewldanê li Fransa, kurtaj bû qanûn.

Têkoşîna jinan ya li dijî kurtajê didome, lê îro hîna jî li gelek welatan kurtaj qedexe ye.

Yek jê jî Tirkiyê ye..

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, li Tirkiyê pirsgirêka nifûsê derket.

Ji ber şer, nifûs ji sedî 30’yî kêm bû, lewra ji bo zarok jidayîk bibin, cezayên giran li kesên ku kurtaj kirin birîn.

1938’an temenê zewacê yê xurtan kirin 17 û yê jinan jî daxistin 15’an.

Rêxistinên jinan û bijîşkan raporek amade kirin û gotin divê kurtaj weke xizmeta dewletê were hesibandin.

1970’ê bi giştî milyonek û nîv zayîn çêbûn û nêzî 500 hatin jiberkirin.

Li gorî texmînan 1979’ê, 500 hezar jinan zarokên xwe ji ber kirin û nêzî 25 hezar jin jiyana xwe ji dest didin.

1981’ê li gorî daneyên wezareta tenduristiyê ya wê demê, ji 450 hezar jiberbûnê 350 kesî kurtaj tercîh kiriye.

Mijdara 1983’an li Tirkiyê qanûna ku dikare kurtaj were kirin, dest pê kir.

Piştî wê jî bi dehan carî ev mijar hat rojevê.

Erdogan têkildarî vê got:

Her kurtajek weke komkujiya Qilebanê ye.

Jinan li dijî vê bertek nîşan dan û 27’ê Gulanê, femînîstan li ber ofîsa serokatiyê ya Dolmabahçeyê pankarta ‘Mafê kurtajê çima serokwezîr eleqeder dike?’ vekirin û rê birîn.

Bi vê re jî li Tirkiyê kurtaj bi awayekî pratîkî hat qedexekirin.

Heta niha li gelek herêman nexweşxaneyên dewletê yên ku kurtajê dikin tune ne.

Back to top button