NAVBERA HÊZÊN REJÎMÊ Û KOMÊN ÇETE ŞER Û TOPBARAN BERDEWAM IN

Hêzên rejîma Sûrî herêmên gundewarê Hema, Idlibê, Heleb û Laziqiyê bi dijwarî topbaran dike.

Topbarana hêzên rejîmê li herêmên gundê Cêsar, Litamine yên gundewarê bakurê Hemayê û herêmên gundê Til Xeznê yê gundewarê rojhilatê Idlibê topbaran kir.

Li aliyekî din jî navbera hêzên rejîmê û komeke çeteyan li herêma Til Memo ya gundewarê başûrê Helebê şerek demkî rûda.

Agahiyên zelal derbarê encaman de nehatin bidestxistin.

Ji ber topbarana her du aliyan zêdetirî 84 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

Her wiha ji hêzên rejîmê 60 û ji çeteyan 57 hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button