“Xelatên şehîd Mezlûm Bagok wê sala 2021 werin belavkirin”

Yekitiya Ragihandina Azad biryar da ku ‘Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok’ ji bo sala bê wê werin belavkirin.

Yekitiya Ragihandina Azad têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Yekitiyê biryar da ku ‘Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok’ wê ji bo sala bê werin belavkirin.

Sedemê sereke yê paşxistina xelatê jî ji ber tedbîrên li dijî vîrûsa Corona bû.

Her wiha yekitiyê ragihand, ji bo xebatên çapemeniyê ji aliyê komîtiya nirxandinê ve were nirxandin û sala bê wê diyarî werin dayîn.

Hêjayî gotinê ye ku her sal 22’ê Nîsanê di roja rojnamegeriya Kurdî de, li rojavayê Kurdistanê, YRA Xelatên Şehîd Mezlûm Bagok li rojnamevan û dezgehên ragihandinê yên serkeftî belav dike.

Back to top button