Dewleta Tirk çekên NATO li Idlibê bi cih dike

Dewleta Tirk sîstema parastinê ya hewayî ya HAWK a Amerîkî, li Idlibê belav kir. Her wiha li Herêma Cisir El-Şixûr a başûrê Idlibê, ji ber teqîna cebilxaneyê, 6 çete mirin. Li heman herêmê karwanekî dewleta Tirk û çeteyên wî jî hedef hat girtin, serbazek û leşkerekî deweta Tirk, birîndar bûn.

Her wiha dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li Sûriyê her ku diçe kûrtir dike.

Li gel bi hezaran maşîne û leşkerên ku şandine Idlibê, niha jî sîstema parastinê ya hewayî HAWK a Amerîkî, li gundewarê Idlibê belav kir.

Li gorî Rojnameya Şerq El-Ewsat dewleta Tirk ev sîstem li Baregeha El-Mestûma ya ku 5 km li başûrê bajarê Idlibê dikeve, bicih kirin.

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk piştî serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji herêma sînorê bi Trikiyê re, dest bi tevgereke leşkerî li herêmê kiriye.

Her wiha ji bo destekdayîna noqteyên xwe yên çavdêriyê li Idlibê, Sewqiyatên leşkerî dişîne herêmê.

Deweleta Tirk di destpêka 2018`an de jî li bajarê Daret Ize yê gundewarên rojavayê Helebê kirin..

 

Di teqîna depoya ceblixaneyê de 6 çeteyên partiya Tirkistanî mirin

Hemwextî gera belafirên Rûsî, li gundê Teyîbat ê herêma Cisir El-Şixûr a başûrê Idlibê, di depoyek ceblixaneyê ya çeteyan de, teqînek mezin rû da.

Di encama teqînê de hin çeteyên partiya Îslamî Tirkistanî birîndar bûn û 6 jî mirin.

Rêveberê Çavdêriya Sûrî ya Mafê mirovan Ramî Ebdulrehman jî ji Ajansa Fransa Pressê re ev yek piştrast kir.

Ebdulrehman diyar kir ku, ji ber ev yek hemwextî gera balafirên Rûsî li ser herêmê pêk hatiye, ew nizanin ka teqîne yan jî bombebaran e.

Çeteyên Partiya Tirkistanî li herêma Cisir El-Şixûr çalak in û bi salane li gel çeteyên Tehrîr El-Şam a ku nêzî nîvî Idlibê desteser kirine, şer dike.

Serbazek û leşkerî dewleta Tirk birîndar bûn

Li aliyekî din jî çavdêriyê ragihand ku li ser riya M4 a Heleb-Lazqiyê, ji aliyê herêma Cisir El-Şixûr ve, karwanekî dewleta Tirk û çeteyan hat hedefgirtin.

Di encamê de serbazek û leşkerekî dewleta Tirk, birîndar bûn û tê gotin rewşa yek ji wan jî girane.

Çavdêriyê da zanîn ku kesên birîndar bûne bi riya helîkopteran, rakirine nexweşxaneyên dewleta Tirk ên li herêma Rîhaniyê ya Lîwa Îslkenderon.

Back to top button