Cîgirê sekreterê Meclisa Ewlekariyê ya Rûsyayê Aleksander Venedik-tov têkildarî rewşa dawî ya li Sûriyê axivî û diyar kir ku gefa herî mezin li Sûriyê, herêma Idlibê ye.
Aleksander Venedik-tov ji ajansa Spûtnîkê re axivî.
Venedik-tov got:
“Divê neyê hiştin ku Idlib ji terorê re bibe cihekî ewle.
Gefa herî mezin herêma Idlibê ye.”
Çeteyên Cebhe Tehrîr Şam û hin komên din ên girêdayî dewleta Tirk zêdetirî ji sedî 60 ji parêzgeha Idlibê kontrol dikin.
Ev yek di wextekê de tê ku li herêmên gundewarê Idlib, Hema, Heleb û Laziqiyê navbera hêzên rejîmê û komên çete şer û topbaran dewam e.