Balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşî gundekî Silêmaniyê kir

Di nava bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê de, dewleta Tirk bi hovane herêmên başûrê kurdistanê bobmbebaran dike. Îro careke din dewleta Tirk bi balefirên şer êrîşî gundekî Silêmaniyê kir ku tê gotin kesên jiyana xwe ji dest dayî hene. Li Dihokê jî zarokek 13 salî ji ber êrîşa dewleta tirk a dagirker birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şevê din derdora saet 23:30’an de balafireke sîxûrî ya Tirk gundê Sefrê ya Silêmaniyê bombebaran kir.

Balafira bêmirov wesayîtek û nexweşxaneya gund hedef girtin û kesên di nava wesayîtê de jiyana xwe ji dest dane.

Hinek dezgehên ragihandinê yên Başûrê Kurdistanê jî heman zimanê çapemeniya dewleta tirk a dagirker bikar anî û îddîa kirin ku wesayîta hatiye hedefgirtin ya gerîlayan e.

Li Dihokê zarokek 13 salî ji ber êrîşa artêşa Tirk birîndar bû

Li Dihokê jî êrşeke dagirkeriya Tirk pêk hat.

Li gorî çavkaniyên herêmî duh êvarê leşkerên Tirk ên li girê Şaraniyê ya Amediyê, herêma Berwariyan topbaran kir.

Li gorî agahiyan keçeke 13 salî a bi navê Dalya Abdulla ya ji gundê Bêdihê birîndar bûe.

Back to top button