Desteya Perwerde û Fêrkirinê bidawîkirina sala xwendinê ragihand

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidawîkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an ragihand.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ragihand ku ji bo berdewama qedexeya ji ber vîrûsa Corona, parastina xwendekaran û berjewendiya giştî ev biryar derketiye.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di biryara xwe ya hejmara /1/ ku îro derxistî ev xal destnîşan kirine:

– Bidawîkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an.

– Ji bo sala xwendinê ya 2020-2021’an, wê hemû xwendekar û şagirt derbasî refa xwe ya bilindtir bibin.

– Ji bo kesên ku ji perwerdeyê bê par man, wê xwedina bi riya enternêtê dewam bike.

– Ji bo xwendekarên refa 12’an wê li herêmên Efrîn û Firatê ezmûn pêk werin.

Back to top button