Li Dêra Zorê..Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêmê birîndar bû

Hin kesên nenas hewl da serokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma rojhilatê Dêra Zorê Hezîfa El-Ehmed, bikujin.

Hewldana kuştinê bi guleyan li çerxerêya Etal a bajarokê Şilêl pêk hat.

Hezîfa El-Ehmed di zikê xwe de birîndar bû û wî rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî bijîşkan, rewşa wî giran e û di odeya çavdêriyê de ye.

Jixwe berî niha, sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şehîd bûbû.

 

“Ji ber duristbûna armancên partiyê endamên wê tên hedefgirtin”

Têkildarî armanca vê hewildanê serokê Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê Musena Ebdulkerîm axivî.

Musena Ebdulkerîm teqez kir ku ev kiryar wê li pêşiya hewldanên wan û partiyê nebin asteng.

Musena destnîşan kir ku hedefgirtina endamên Partiyê nîşaneya rastiya proje û armancên partiyê ye ku nêrîn û xeyalên gelê Sûriyê temsîl dike nîşan dide.

Mûsena Ebdulkerîm piştrast kir ku tevî van hewldanan jî wê xebatên Partiyê nerawestin û wê armancên xwe pêk bînin.

20’ê Mijdara 2019’an şaneyên razayî yên DAIŞ’ê endamê Partiyê Lîna Ebdulwehab li bajarokê Sor ê Dêra Zorê hedef girtibû.

12’ê Cotmeha 2019’an jî çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef li ser rêya M4 şehîd kiribûn.

Back to top button