4’ê Hezîranê, Amerîka civînekê bi koalîsyonê re li dar dixe

Ji bo têkbirina çeteyên DAIŞê bi temamî, wê Amerîka 4 Hezîranê civînekê li dar bixe. Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, wê Mike Pompeo bi wezîrên derve yên koalîsyona navdewletî re rûnê, da awayê têkbirina DAIŞê nîqaş bikin.

Ji bo DAIŞ bi temamî were têkbirin.. Mike Pompeo dixwaze civînekê ji wezîrên derve yên koalîsyona navdewletî re li dar bixe.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê, tê payîn, civîn 4 Hezîranê û di rêya enternetê re pêk were.

Di heman çarçoveyê de, herî dawî Konseya Ewlekariya Navdewletî, serçeteyê DAIŞ’ê Mihemed Ebdul Rehman El-Mewla, xistibû lîsteya cezayan.

Duşemê jî Pompeo, piştgirî dabû vê yekê û ew bi gaveke girîng bi nav kiribû.

Tê zanîn, serçte El-Mewla, Iraqî ye û tiliya wî di kuştin, revandin û qaçaxiya Êzidiyan de hebû.

Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de li Baxozê, şaneyên wê yên veşartî, ketin nava tevgerê û êrîşên xwe li Iraq û Sûriyê zêde kirin.

Herî dawî, li Dêra Zorê hezên koalîsyonê, waliyê Iraqê yê DAIŞ’ê Mutez Numan El-Cibûrî kuşt.

QSDê jî di çarçoveya operasyona xwe ya berfireh li dijî DAIŞê de, di nava hefteyekê de, 22 operasyon pêk anîn û di encamê de 23 çete û 4 serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Lê çavdêr dibînin, ku ev operasyon û gava vê dawiyê Pompeo avêtiye, têra têkbirina DAIŞê nakin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê di girtîgehan de ne û bi hezaran endamên malbatên wan di kampan de ne..

Jixwe xeteriya wan bi tevliheviya ku di nava kampa Holê de derdixin, raber dibe.

Cîhan tevde dizane ev kes bombeyeke neteqandî ne, lê her çavên xwe ji vê rastiyê digire.

Rêveberiya Xweser û gelên herêmê her û her banga darizandina van çeteyan kiriye, lê kengî ev dewlet bi ser hişê xwe ve werin, bikevin ferqê û çareseriyekê bibînin, ne diyar e..

Back to top button