Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman: Pêwîst e PDK û YNK li gel PKK’ê rûnin

Aloziya ku piştî PDK’ê hêzên xwe şand Zînî Wertê hîn jî didome. Şêniyên heremê ji vê rewşê dilgiran in û rojane bang li aliyên siyasî dikin ku pêşiya şerê birakujiyê bigirin. Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku “ji bo şerekî wisa dernekeve û dewleta Tirk negihêje armancên xwe, divê PDK û YNK şandeyeke hevpar çêkin û li gel PKK’ê rûnên û pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin”. 

Demeke dirêj e, Aloziya Zînê wertê di rojeva gelê Kurd de ye..

Tevî ku siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û hemû peşengên civaka Kurdî ji vê aloziyê nerazî ne û li dijî wê derdikevin, lê hîn jî aloziya Zînî Wertê bê çare maye.

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman, planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û rijda PDK’ê ya ji bo Zînî Wertê nirxand.

Dr.Osman helwesta PDK’ê rexne kir, ku destê Tirkiye di aloziyê de heye û PDK’ê bi kar tîne.

Osman got:

“PKK welatê xwe diparêze, Tirk ji Enqereyê tên êrîşî welatê me dikin.

Tirkiye hîn jî Rêveberiya Başûrê Kurdistanê weke vîneke siyasî nas nekiriye.

Pêwîst e, PDK û YNK şandeyeke hevpar çêkin û li gel PKK’ê rûnin û pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin.

Hêzên Kurdî bixwe, dikarin çareyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin.”

 Welatiyên Başûrê Kurdistan: Divê aliyên Kurdî rê li ber şerê birakujiyê bigirin

Şêniyên navçeya Rizgarî ya Herêma Germiyanê jî da xuyakirin ku êdî Kurd nikarin li Başûrê Kurdistanê bedela şerekî din bidin.

Şêniyan her wiha bang li aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kir ku rê li ber şerekî navxweyî û birakujiyê bigirin.

Back to top button