PENTAGON: KARÊ ME LI GEL HEVKARÊN ME LI HERÊMÊ DEWAM DIKE

Serokê DYA Donald Trump diyar kir ku, Emerîka DAIŞ li Sûriyê têk bir û aramnca mabûna hêzên wan li Sûriyê ev bû.

Pentagonê Emerîkî jî ragihand ku, karê wan bi hevkarên wan re dewam dike.

Her wiha Senatorên Emerîkî ev biryar bi şaştiyeke mezin bi nav kir.

Trump di tiwîtek xwe de têkildarî belavbûna nûçeyên vekişîna Emerîka ji Sûriyê got, me DAIŞ têk bir.

Armanca sereke ya mabûna hêzên Emerîkî li Sûriyê li ser dirêjahiya serokatiyam min jî ev bû.

Wezareta Parastinê ya Emerîka Pentagon têkildarê plana vekişîna Emerîka destnîşan kir ku, wê DYA karê xwe bi hevkarên xwe yên li herêmê bidomîne.

Dezgehên çapemaniya Emerekî nûçeyên ku wê Emerîka xwe ji Sûriyê vekişîne belav kir.

Vekişîeneke wiha û ji nişkave gelek pirsnîşanan derbarê rola Emerîka di Sûriyê de çê dike.

Toreya CNN li ser zimanê berpirsekî Pentagonê diyar kir ku, Emerîka plan dike hêzên xwe bi awayekî giştî û bi lez ji Sûriyê vekişîne.

Her wiha Rojnameya Will Stert Jornal jî ragihanibû ku wê vekişîn ji bakur û Rojhilatê Sûriyê be.

SENETORÊN EMERÎKÎ: VEKIŞÎNA EMERÎKA ŞAŞTIYEKE MEZIN E

Li ser heman mijarê Senetrorê Emerîkî Lîndizî Giraham destnîşan kir ku, vekişîna hêzên Emerîka ji Sûriyê şaştiyeke mezin e û mîna siyaseta Serokê berê Barak Obama ye.

Giraham diyar kir ku, DAIŞ’ê hîna li Sûriyê û Iraqê bi dawî nebûye.

Di heman demê de Senatorê Emerîkî Marko Robiyo jî destnîşan kir ku, vekişîna Emerîka bi awayekî giştî û bi lez şaştiyeke mezin e û wê gelek encaman bi xwe re bîne.

Leave a Reply

Back to top button