Çeteyan 2 zarok ji Cindirêsê revandin, ji bo bişînin Lîbya

Dewleta Tirk û çeteyên wê li gel ku şêniyên Efrînê yên resen direvînin û fidyê ji wan distînin, vê carê şêniyan digirin û hewl didin wan bişînin Lîbyayê û li ser wan pereyan bistînin.. Malbatên ku vê qebûl nakin jî, wan ji malên wan diqewtînin. 

Li Efrîna dagirkirî, her roj dewleta Tirk rêbazên qirêj ên nû dixe dewrê..

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê careke din kirinên wan yên dermirovî belge kir.

Li gorî rêxistinê, çeteyên ‘Ehrar Eşerqiyê’ 2 zarokên bi navê Yesêr ISmaîl Cinêd ê 14 salî û Mihemed Henîf Hemo yê 15 salî, ji navçeya Cindirêsê, revandin.

Ev zarok, bi mebesta wan bişînin Lîbyayê, hatine revandin..

Lê piştî bertekên tund, çeteyan herdu zarok vegerandin û idia kirin ku wan ew zarok li ser sînorê Tirkiyê ku hewl didan bi qaçaxî derbas bibin, girtine.

Lê rêxistinê teqez kir ku çeteyan ew revandibûn, da wan li Lîbyayê bidin şerkirin.

Çete malbatên Efrînî ji malên wan diqewtînin

Heman rêxistinê diyar kir ku Istixbarata Tirkî jî ji bo her kesekî ji Efrînê bişîne Lîbyayê, 4 hezar L.T ji dewletê digire.

Di vê çarçoveyê de, çeteyên ‘Semerqend’ 14 malbat ji gundê Kefer Sefrê yê Cindirêsê û 20 jî ji gundê Remedanê yê Şiyê, ji ber zarokên xwe neşandine Lîbyayê, ji malên wan qewitandin.

Çeteyan li Mari’ê girtîgehek ji kurdên Efrînê re çêkiriye

Bi her awayî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê xwe dide der..

Li gorî rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê, çeteyan li bakurê bajarê Mari’ yê dagirkirî, dibistanek veguherandiye girtîgehekê.

Ev girtîgeh jî, taybet ji bo Kurdên Efrînê hatiye amadekirin..

Dewleta Tirk %91 ji şêniyên gundê Qestelê Miqdêd yê Bilbilê kocber kir

Li aliyek din, malpara Afrinpost ragihand ku dewleta Trik û çeteyên wê ji bo guhartina demografiya Efrînê, Ji % 91 şêniyên gundê Qestelê Miqdêd yên navçeya Bibilê kocber kirine

Her weha çateyan zêdeyî 350 malbatên xwe li şûna wan bi cih kirine.

Malparê da zanîn ku, dewleta Trik navê gund jî piştî dagikirinê bi navekî Tirkî guhart.

Di vê çarçovyê de Serokê navnda lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê Behrî Olîg di Adarê de ragihand ku dewletaTirk bi cihkirina Tirkmanan li şûna kurdên Efrînê guhartinên demografî pêk tîne.

Back to top button