Tûsûn: Sedema tundiya polîsan, necezakirin e

Di dema vîrûsa Corona de, tundî û êşkenceya polîsên AKP’ê pir zêde bûn ku gihaşt asta kuştina mirovan. Serokê Weqfa Baran Tûsûn Mehmet Tûsûn, diyar kir ku sedama zêdebûna tundiya polîsan, necezakirin e.

Tûsûn got:

“Rayedar, bi daxuyaniyên ku didin, tundiyê rewa dikin. Ji roja guhertina qanûna Erka Polîsan ve, 90 jê zarok bi giştî 403 kes hatin kuştin.

Ev mirovên hatine kuştin, ne li dijî polîsan derketin û ne jî tu sûcên wan hebûn.”

Herî dawî jî di encama van zextan de, kesekî Sûrî bi destê polîsên AKP’ê, hat kuştin.

Yildiz: Şideta polîsan nayê lêpirsînkirin

Hevserokê Şaxa ÎHD’a Êlihê Devran Yildiz jî, zêdebûna binpêkirinên mafan nirxand û got

“Der barê tundiya polîsan de, lêpirsînên edlî nehatine destpêkirin.”

Ev polîtîkaya bêcezahiştinê, dihêle heta zarok jî bibin armanca polîsan.

Lêdan û tundiya polîsan ku li zarokekî Nisêbînê hat kirin jî, bû sedema nerazîbûnan.

Back to top button