Bajarok û gundên Cebel El-Zawiyê bûn armanca êrîşên hikumeta Şamê

Agirbesta Putin-Erdogan li Idlibê di roja xwe ya 84’an de ye, lê careke din li dijî deverên cebel El-Zawiyê êrîş pêk hat. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, hêzên hikumeta Şamê bajarok û gundên Cebel El-Zawiyê yê başûrê Idlibê kirin armanc.

Duh jî, devera Fitêra, Kinsefra û Sifûhin yên başûrê heman deverê hatin topbarankirin.

Di heman wextî de, li eniya Tiqadê ya Rojavayê Helebê şer di navbera hêzên hikumetê û çeteyan de derket.

Li gorî Çavdêriya Sûrî, dewleta Tirk şevê din, 30 maşîneyên leşkerî yên Tirkî ji dergeha kefer Losîn derbasî Idlibê kir.

Bi vê yekê, ji destpêka agirbesta navborî û heya niha dewleta Tirk 3 hezar û 500 maşîne û bi hezaran leşker şandine Idlibê.

Back to top button