Li Kampa Holê , penaberekî din ê Iraqî hat kuştin

Senaryoya kuştina li Kampa holê didome, vê sibehê penaberekî din ê Iraqî hat kuştin. Asayîşa kampê, cenazeyê vî penaberî di bin konê wî de dît.

Penaberê kuştî, navê wî Ebdullah Hemed El-Mihemed û 60 salî ye.

Li gorî Asayîşê, bi amûrkî hişik serê Ebdullah hatibû qulkirin, di encamê de jiyana xwe ji dest da.

23’ê Gulanê jî, penaberê Iraqî yê bi navê Xemîs Hemîd bi 6 derbeyan hatibû kuştin.

Gelek caran, bûyerên bi vî rengî bi destê jinên DAIŞî pêk tên, taybet ên fikir û îdyolojiya wan qebûl nakin.

Back to top button