Amerîka ji ber tundiya li dijî welatiyên xwe yên çermreş, tev li hev bûye.
Beriya 2 rojan, polîsên Amerîkî li bajarê Minneapolis welatiyekî çermreş binçav kir, destê wî ji paş ve kelepçe kirin û bi çongê xwe, pê li stuyê wî kirin..
Ji ber êşkenceya polîsan, vî welatiyî jiyana xwe ji dest da.
Li dijî vê bûyerê, di serî de bajarê Minneapolis û gelek bajarên din ên Amerîkayê gel daketin qadan.
Piştî çalakî û bertekan, FBI bi daxuyaniyekê ragihand ku 4 polîsên ku ev tundî pêk aniye, ji erk hatin avêtin.