Ayşa Acar: Êrîş li dijî têkoşîna jinan e

Parlementera HDP’ê û Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, êrîşên li ser rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê şermezar kir û da zanîn ku ev operasyon ne bi tenê li dijî endamên komeleyekê ne, ev tê wateya êrîşên li ser têkoşîna jinan.

 

Ayşa Acar got:

Êrîş û operasyona li dijî Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê ne bi tesaduf e.

Ji ber ku ev sazî her dem alîkariya pisîkolojîk û hiqûqî dide jinan.

Li dozgeriyê ji jinan hatiye pirsîn ‘Hûn çima tevlî 8’ê Adarê bûne?’ û hûn çima dibêjin ‘Cînayetên li ser jinan polîtîk e’.

Polîtîkaya desthilatdariyê çewisandina jinan e

Parlementera HDP’ê diyar kir ku desthilatdar bi van êrîşan, dixwaze jinan bê parastin bihêle û destnîşan kir ku ‘ îro ew behsa pêşnûmaya efûya li ser tecawizkaran dikin û bi vê re ji Komeleya Jinan a Rosayê û TJA’yê re dixwazin bibêjin ‘bêdeng bimînin’.

Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran, got: Em bêdeng namînin, natirsin û stûyê xwe xwar nakin’ têkoşîn û berxwedana wê bidome.

Back to top button