Zarokeke 13 salî bi tundiya bavê xwe, hat kuştin

Li Îranê Zilamê bi navê Riza Eşrefi zaroka xwe ya 13 salî di bin navê “namûsê” de bi îşkenceyê kuşt.

Tundî û îşkenceya li dijî jinan bi tevahî rêbazan zêde dibin.

Vê carê li Îranê Zaroka bin navê Romîna Eşrefî ya 13 salî ji aliyê bavê xwe ve di bin navê ‘namûsê’ de bi îşkenceyê hat kuştin.

Hate ragihandin ku Romina ya ji Bajarê Taleşê beriya niha ji mal reviya bû, pişt ku polîs ew dibînin wê teslîmî malbata wê dikin.

Romina di dadgehê de nexwestiye her malê û diyar kiriye ku ger ew biçe mal wê bavê wê ew bikuje.

Lê ev yek ji aliyê dadger ve hatiye paşguhkirin, ji ber ku li gorî rêgezên dadgehên Îranê zarokek di vî temenî de divê radestî malbata xwe bê kirin.

Romina dema raketibû ji aliyê bavê xwe bi îşkenceyê hat kuştin, piştra xwe radestî polîsan kir.

Aktivîstên mafê jinan ên li Îranê bertek nîşanî vê yekê dan.

Li ser medyaya civakî jî li dijî cinayetên namûsê peyam hatin parvekirin û bertek hatin nîşandan.

Back to top button