KNK’Ê:DIVÊ BAKURÊ SÛRÎ JI FIRÎNA BALAFIRÊN ŞER E WERE QEDEXE KIRIN

Piştî ku DYE’yê biryar girt ku xwe ji Sûriyê vekişîne, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bangeke lezgîn kir.

KNK’ê bang li Konseya Ewlekariyê ya NY’ê kir û xwest, Bakurê Sûriyê li firîna balafiran qedexe bike.

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê li ser vekişîna leşkerên Emerîkî ji Sûriyê û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûrî daxuyaniyek da.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwazê tişta li Efrînê kirî bîne li ser herêmên din ên Bakurê Sûrî û got:

“Herêma ku dewleta Tirk dixwaze êrîşê bibe ser, herêma bi dirêjahiya 500 km’yî.

Li vê herêmê, hedefa destpêkê bajarên ku li ser Sînor in.

Zêdeyî 3 milyon mirov li vê herêmê ne.

Êrîşa dewleta Tirk wê li vê derê rê li ber trajediyeke însanî veke”.

KNK’ê destnîşan kir ku Hêzên koalîsyonê soz dan rêveberî û gelê herêmê ku wan biparêzin û wiha domand:

“Li gorî nûçeyên dawî, DYE’yê li pêşberî gefên dewleta Tirk paş ve gav avêtiye.

Eger DYE û hêzên din ên koalîsyonê vekişin, mirovên li vê herêmê wê bi komkujiyeke re derbas bibin”.

Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

1- Girîng e Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî li hev bicive, biryara parastina herêmê bide.

2- Pêwîste hikûmeta DYE’yê biryara xwe ji nû ve binirxîne û biryara vekişînê betal bike.

4- Di vê welatên Yekîtiya Ewropayê hewce ye vê mijarê bi lezgînî bixin rojeva xwe.

5- Rûsya mîna li Efrînê kir, divê li vir jî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

6- Banga me li parêzvanên mafên mirovan, tevgerên aştiyê û her kesên li qada siyasî-civakî dixebitin; dengê bi milyonan mirovên herêmê bibhîzin”.

Leave a Reply

Back to top button