Rêveberiya Xweser dest bi wergirtina genim kir

Piştî çinîna mewsîman, Rêveberiya Xweser li herêma Firatê dest bi wergirtina genim kir.

Vê sibê Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya herêma Firatê dest bi wergirtina hilberîna genim kir.

Endamê rêveberiya navenda Çelebiyê Comerd Muxtar diyar kir ku li navendê dikarin rojane hezar û 200 ton genim bikirin.

Li herêma Firatê 5 depo hene; Rofî, Çelebiyê, Eyn Îsa, Şerkerak û Dehlîz.

Lê piştî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê navendên Şerkerak û Dehlîz hatin dagirkirin.

Her wiha navenda Eyn Îsa jî ji ber ku artêşa Tirk gelek caran herêm topbaran kir, nikare hilberînan wergire.

Hêjayî gotinê ye ku Rêveberiya Xweser ji bo wergirtina genim 20 navend diyar kirine.

Di van navendan de ew ê bi awayekî vekirî hilbirîn wergirin û li navenda Dêra Zorê jî wê genim di çewalan de bê wergirtin.

Back to top button