Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê Belçîka dê balafirên xwe bişîne Urdunê

Wezîrê parastinê ya Belçîkayê diyar kir ku ew ê 4 balafirên şer ên F16, ji bo beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê yê li Sûriyê û Iraqê bibin, bişînin Urdunê.

Rojnameya The Brussels Times destnîşan kir ku wezîrê parastinê ya Belçîkayê Philippe Goffin (Filîp Gofe) li pêşiya Komîteya Parastinê ya Parlemana Federal diyar kir ku ew hêvîdar e beriya meha Tîrmehê biryara der barê şandina 4 balafirên F16 de, were dayîn.

Philippe Goffin diyar kir ku balafirên F16 li gel 95 leşkeran di destpêka meha Cotmehê de dê li Urdunê bên belavkirin û dê salekê li wir bimînin.

Back to top button