Li Dêra Zor û Reqayê 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Ji bo oxirkirina cangoriyên azadiyê gel li goristanan kom bûn. Li Dêra Zor û Reqayê 2 cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin. Di merasîmên oxirkirinê de, sozên girêdana bi xeta şehîdan re hate dubarekirin.

Şervanê QSD’ê Teysîr El-Xedban bi nasnav Zagros di encama krîza dil de, şehdî bû.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji qada Şehîd Selama ya bajarokê Keramayê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Sêvdar a bajarokê Cidêdat ê rojhilatê Reqayê ve bi rê ketin.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê Meclisa Leşkerî û Meclisa Malbatên Şehîdan ya Reqayê axeftin hatin kirin.

Kesên axivîn ser saxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Cenazeyê şehîd Zagors di nava diruşmeyan de hate veşartin.

Cenazeyê şehîd Hemdûnî Hemed li Dêra Zorê bi merasîmekê oxirkirin

Şervanê QSD’ê Hemdûnî Hemed El-Hemdûnî di 18’ê Gulanê de li gundewarê rojavayê Dêra Zorê di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû.

Şêniyên Dêra Zorê ji bo oxirkirina şehîd Hemûdî li goristana şehîd Xidir El-Hemada kom bûn.

Li goristanê soza şopandina xeta şehîdan hate dayîn.

Paşê nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

Back to top button