Corona..Brazîlya daneyên bilind tomar dike

Jimara pêketiyên vîrûsa corona nêzî 6 milyonî dibe. Heta niha vîrûsa konê xwe li Brazîlyayê daniye. Tevî ku li hinek welatan jimara pêketinan kêm dibe jî, şêwirmenda Almanî Ancela Mêrkil hişyarî da û diyar kir ku xeteriya corona hîn li dar e.

Parzemîna herî zêde ji ber vîrûsa corona bandor bûye, Amerîkaye bi taybet Amerîkaya başûr e.

Brazîlya ku rojane daneyên bilind tomar dike, sînorê 25 hezar qurbanî derbas kir.

Jimara pêketiyan jî gihiştiye 411 hezar û 821 kes.

Li Amerîka li dijî biryarên hikumetê xwepêşandan

Amerîka jî ku berdêleke giran ji ber vîrûsê daye, rastî xwepêşandan jî te.

Ji ber girtina tevdîran Amerîkiyan nerazîbûn nîşanî biryarên hikumetê ya derbarê nederketina derve de dan û daketin qadan.

Li Indonesia artêş daketin bajêr

Parzemîna ku herî zîde bandor bûye pişt Ewropa, Asyaye.

Di parzemîne Asya de welatê herî zêde bandor bûye piştî Çînê; Endenosya ye.

Li vî welatî ji bo ku gel biryarên hikumet derbarê baqijya mirov û derdorê, artêş daketin nivê bajêr.

Angela Merkel : Xeteriya vîrûsê li dar e

Tevî ku li Almanya jî daneyên vîrûsa corona kêm dibe jî şêwirmenda Almanî Ancela Mercil hişyarî da û diyar kir ku corona heta niha di metirsiya belavbûnê de ye.

WHO : Tu îsbat tune ye ku vîrûs ji Wohan derketiye

Bi belavbûna vîrusê re, îdiya ku dibêje vîrus bi destê mirovan hatiye çêkirin hîna berdewam dike

Nexasim laboratoriya Wuhanê bi wê yekê tê tewabarkirin.

Tevî ku di gelek raporan de hat gotin ku vîrus di yek ji labartoriyên zanista vîrûsan li bajarê Wuhan de hatiye çêkirin.

WHO`yê tekez kir ku tu îspat tune ne ku vîrus di kargehekê de hatibe çêkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di destpêka meha Gulanê de bêyî ku cih bi taybet eşkere bike, got îspat hene ku çavkaniya çêkirina vîrusê labartoriyeke li bajarê Wuhanê ye.

Piştî wê yekê jî serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku welatê wî der barê rastiya belavbûna vîrusê ji bajarê Wuhanê, lêpirsînê dike.

Serokê navenda erebî Dr.Elzubî: Vîrûs li kargeheke hatiye çêkirin

Herî dawî jî Serokê Navenda Erebî ya şaneyan û mamosteyê pergala xweparastinê Dr. Edîb El-Zubî eşkere kir ku zanyariyên nû yên zanistî destnîşan dikin ku vîrûsa nû (covid-19) li kargehan hatiye çêkirin û ne wekî ku tê texmînkirin ku bi awayekî xwezayî û di hundirê barçemkê de bi pêş ketiye.

Vîrûs nêzî 6 milyonan dibe

Heta niha li seranserî cîhan 5 milyon û 821 hezar bi vîrûsê ketine û zêdyî 358 hezar kes jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button