Li Iraqê di 24 saetan de 322 kes bi Coronayê ketin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 322 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 67 kes baş bûne û 4 kes jî bi vîrûsê mirine.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 5 hezar û 104 test hatine kirin û 322 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Wezaretê anî ziman ku 67 kes jî baş bûne û 4 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 5 hezar û 457 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 971 kes baş bûne û 179 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button