Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser hikûmeta Şamê heta salek din dirêj kir

Yekîtiya Ewropayê cezayên li ser hikûmeta Şamê ji bo salekî din dirêj kir.

Meclisa Yekîtiya Ewropayê îro daxuyaniyek têkildarî dirêjkirina cezayên ser hikûmeta Şamê belav kir.

Biryar hat dayîn ku cezayên ku ji sala 2011’an ve li ser Sûriyê hatine ferizkirin heya 1 hezîrana sala 2021’an dirêj bibe.

Di daxuyaniya yektîiyê de hat diyarkirin ku biryara dirêjkirina cezayan ji bo kiryarên hişk yên hikûmeta Şamê li dijî sivîlan derketiye.

Di lîsteya cezayên Yekîtiya Ewropayê de, ceza li ser 272 kes û 70 aliyan hene.

Back to top button