Şkestina Ixwan El-Muslimîn li Tûnisê, gelo wê xewnên Erdogan li ber bê biçin?

Piştî Ixwan el-Muslimîn li Tûnisê bi ser neketin, neçar man baweriyê bidin hikumeta Ilyas el-Fexfax û cihê xwe di 7 cihên wezîrtiyê de bigirin. Çavêdir dibînin; ji bo bi temamî rola wan li Mexriba Ereban têk neçe, ji tirsa jihevxistina parlamenê û jidestdayîna hikumê Ixwanan li Lîbyayê, wan xwe ragirt û serî tewandin. Gelo ev yek wê dawiyê li xewnên Erdogan ên li Rojhilatê Deryaya Spî jî bîne?

Agirê bedena Elbû Ezîzî, Ixwanên sergonkirî vegerand welêt..

17 Kanûna 2010an, ciwanê bi navê Mihemed Elbû Ezîzî ji ber bêkarî û desteserkirina ereboka wî ya firotina sebzeyan, agir bi laşê xwe xist.

Ev bû çirûska şoreşa Tûnisê û roja din bi hezaran kes li dijî gendeliya sîstema serwer, herikîn meydanan..

Xwepêşandanan, dawî li hikumê 23 salan anî û hişt serokê welêt Zên el-Abdîn bin Elî bireve Siûdiyê.

Vê yekê hişt siyasetmedarên sergonkirî careke din bizivin Tûnisê, di nav de serokê Partiya Nehda ya Ixwanî Raşid el-Xenûşî..

Tevgera Ixwanî ya bi navê el-Itîcah el-Îslamî, 1972 li Tûnisê xwe da der û ji bo bibe partiyeke rewa, navê xwe veguherand Tevgera Nehda..

Lê yekem car, sala 2011an nû weke aliyekî siyasî fermî hat pejirandin.

Di 80yî de, gava tevgera wan a razî hat eşkerekirin, gelek endamên wê hatin girtin, lê piştî Bin Elî hat, ew berdan.

Lê ji ber nakokiyên wan û desthilatê, gelek Ixwanî ji Tûnisê reviyan.

Ixwanan, 22 Mijdara 2011an dest danîn ser hikum û 29 Çileyê 2014an dawî lê hat..

Bi hatina xwe re, dest bi siyaseta tasfiyekirinê kir û endamên muxalefetê dûrî qada siyasî xistin, giha asta kuştina sembolên wan..

Ji wan, siyasetmedarê payebilind Şikrî Bil’îd, tiştê hişt serokê Tevgera Ixwanî di 2014an de û piştî hêrsa kolanan, xwe istfa bike..

Bi vê, Ixwanên Tûnisê şikestin, lê hîna hewldanên xwe yên birêveberina welêt hebûn.

Di hilbijartinên vê dawiyê de, tevgerê gelek namzetên xwe pêşkêş kirin, lê gava ev hewldan têk çû..neçar ma li kêleka serokê heyî Qeys Se’îd bisekine..

Se’îd, 15ê Mijdara 2019an, El-Hebîb el-Cemilî yê Ixwanî bi avakirina hikumetê erkdar kir, lê bi ser neket.

Paşê, Ilyas el-Fexfax 20ê Çileyê vê salê hat erkdarkirin û di 27ê Sibata 2020an de, piştî erêkirina Tevgera Ixwanan ji tirsa jihevxistina parlamenê, Fexfax baweriya parlamenê wergirt û Gulanê hemû kabîneya xwe temam kir.

Rola Ixwanan li Tûnisê..

Rojnameya Le Monde:

“Her çi qas Ixwanan dengê xwe dabe Fexfax, lê ew ê bixwe kelêmên li pêşiya pêşketina hikumetê bin”.

Li gorî Rojnameya Fransî Le Monde, her çi qas Ixwanan dengê xwe dabe Fexfax, lê ew ê bixwe kelêmên li pêşiya pêşketina hikumetê bin.

Piştî nekarîn hikumeteke Ixwanî ava bikin, serokê Tevgerê el-Xenûşî firiya Enqereyê û bi Erdogan re rûnişt..

Çavdêr dibêjin:

Piştî şikestina wan li Tûnisê, xwestin destê alîkariyê bidin Ixwanên Lîbyayê, ew jî bi fermana Erdogan.

Erdogan, dixwaze bi rêya Ixwanên Tûnisê xwe bigihîne Lîbyayê û wê bi temamî dagir bike û bi awayekî xurt, Ixwan desthilatdariyê zeft bikin.

Erdogan niha hewl dide bi navê îtîlafê, Ixwanan di siyaseta Sûriye û Lîbyayê de bike hêz.

Lê rûdanên siyasî û leşkerî didin xuyakirin ku wê ev xeyalên Erdogan wisa hêsan pêk neyên.

Ji ber weke tê zanîn, îdeolojiya Ixwanan ji ya DAIŞê reştir û kûrtir e.

Gelo wê Fexfax karibe xwe li hember dabeşbûyînên partiyan û rewşa aborî ya şikestî ragire.. û Ma Ixwan wê careke din karibin xwe ji nava pirka siyasî derxin?

Back to top button