Erdogan, tevî ku heya niha zêdetirî 12 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê, îcar dest bi şandina zarokan jî kiriye
Zarokên Sûrî yên Erdogan ew rêkirine Lîbyayê, di rojên şer ên pêşîn de tên kuştin.
Dezgehên ragihandinê, wêneyê zarokekî Sûrî ku di şerê li Terablusê de hatiye kuştin, belav kir.
Li gorî agahiyan, zarokê bi navê Ibrahîm Reya ji aliyê dewleta Tirk ve bo Lîbyayê hatibû veguhastin û di nava çeteyên Wîfaqê de şer dikir.