Çavdêriya Sûrî: 50 çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê, gihiştine Lîbyayê

Çavdêriya Sûrî jî gihiştina 50 çeteyên DAIŞ’ê bo Lîbyayê ragihand

Çavdêriya Sûrî ragihand, ku tugayeke ji 50 çeteyî bi serkêşiya serçeteyekî berê yê DAIŞ’ê, gihaşt Lîbyayê.

Çavdêriyê eşkere kir ku ev serçete ji gundewarê rojhilat ê Homsê ye û di dema serweriya DAIŞ’ê de, peywirekî ewlekarî yê bilind girtibû.

Lê piştî têkçûna DAIŞ’ê li çolistana Sûrî, berî da Efrîna dagirkirî û ji destpêka salê ve, tevî 49 çeteyên berê yên DAIŞ’ê li Lîbyayê şer dikin.

Herî dawî jî beriya çend rojan, çeteyê berê yê DAIŞ’ê Mihemed El-Riwêdanî ku di nava çeteyên Wîfaqê de şer dikir, ji aliyê Artêşa Niştimanî ve dîl hate girtin.

Bi gurbûna şerê li Lîbyayê re, bangên navdewletî ji bo rawestandina destwerdanên derve ku rewşê aloztir dikin, bilind dibin.

Çarşema borî, di serî de Fransa, çend welatên Ewropî bang li Tirkiyê kir ku şandina çeteyan bo Lîbyayê rawestîne.

Back to top button