Telal Mihemed: Heta çete li ser rêya M4 bin, wê şêniyên heremê vê rêyê bi kar neyînin

Vê dawiyê rêya M4 a navdewletî hat vekirin. Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku “ji bo Rûsya di aliyê siyasî de destê xwe xurt bike, rêya M4 vekir, lê heta çete li ser rê bin û wê gel vê rêyê bi kar neynin”.Mihemed destnîşan kir ku eger Rûsya dixwaze encam bigire, divê dewleta Tirk ji axa Sûriyê derxîne. 

23’ê Gulanê, di encama lihevkirinekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de, rêya M4 ya navdewletî hate vekirin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed der barê mijarê de ji ajansa Hawarê re axivî.

Telal Mihemed: Rûsya dixwaze kaxezên xwe li Sûriyê zêde bike

Mihemed diyar kir ku Rûsya bi rêya lihevkirina xwe bi Tirkiyê re, hewl dide kaxizên xwe li Sûriyê zêde bike û hegemoniya rejîmê li Bakur û Rojhilatê Sûrî fireh bike.

Li gorî Mihemed, Rûsya her wiha hewl dide rêya sereke û stratejîk a di navbera sînorên Iraqê û berava Sûriyê de kontrol bike, da barên ferzkirina cezayên Qeyser li ser rejîmê sivik bike.

Lê ev yek wê encam negire, ji ber rêya di navbera Heleb û Lazîqiye ya stratejîk girtî ye.”

Telal Mihemed: Heta dewleta Tirk ji Sûriyê dernekeve, wê ev gav encam negire

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Talal Mihemed dibêje;

çareseriya herî encamgir, divê Rûsya rê li pêşiya piştgiriya Tirkiyê ya ji komên terorîst li herêmên ku Tirkiyê kontrol dike, bigire û wê ji axa Sûriyê derxîne.

Li gorî daxuyaniyên Tirkiye û Rûsyayê, bi vekirina vê rêyê re, wê tevgera li ser rêya Til Temir, bakur rojavayê kantona Hesekê û navçeya Eyn Îsa li bakurê bajarê Reqayê, hêsan bibe.

Piştî vê gavê, 25’ê Gulanê bi pêşengtiya tankên polîsên leşkerî yên Rûsî û hinek erebeyên şêniyên ku dixwazin vê rêyê bi kar bînin, pêk hat.

Tevî vê lihevkirinê jî, hîna şênî ji binpêkirinên çeteyan ditirsin. Tiştê dihêle vekirina vê rêyê, bi awayekî şeklî be.

Back to top button