KCK: Ev bang weke erkekê ye, divê pêk were

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik têkildarî nameya zêdeyî 150 jinan a der barê aloziya Zînî Wertê de gotin: Ev bang ji wan re, weke erkekê ye û divê pêk were. 

21’ê Gulanê zêdeyî 150 jinên siyasetmedar, nivîskar û akademîsyên ji 20 welatan, nameyek ji KCK, PDK û YNK’ê re şand.

Jinan bal kişand ser kirinên dagirkeriya dewleta Tirk û banga yekîtiyê kirin.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik kêfxweşiya xwe ji vê nameya jinan anî ziman û diyar kirin ku ev banga jinan ji wan re, weke erkekê ye û divê pêk were.

Besê Hozat û Bayik got:

Peyama jinan a piştî aloziya li Zînî Wertê bi rengê nameyeke vekirî şand, gelekî bi wate û hêja ye.

Şer li xwezaya jinê nayê, jinên Kurd jî her tim li ber şer rabûne; di şerê eşîran de jî ketine navberê û kirine ku li hev bikin.

Ji ber vê çanda dîrokî ku em pê bawer in, partî û siyasetmedarên Kurd wê vê banga jinan bibînin.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê, dan zanîn ku banga jinan ne tenê ji bo çareserkirina hêrsa navbera partiyên Kurd girîng dibînin, di heman demê de ji bo tevahî mirovahiyê gelekî girîng e û destnîşan kir ku,

‘Jin dizanin, li ku dibe bila bibe, şer hişmendiya bi serdestiya mêr xurtir dike. Her sekneke ku li ber şer radibe, beşekî têkoşîna azadiya jinê ye.

Hevserokên KCK’ê, îşaret bi girîgiya banga jinan kir û diyar kirin ku pir hêja ye, jinan di banga xwe de bal kişandine ser rola Kurdan a ji bo demokratîkkirina Rojhilata Navîn û cîhanê.

KCK’ê, anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li pêşiya jiyana demokratîk a Kurdan bibe asteng, êrîş dike û hewl dide wan tune bike.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û Cemîl Bayik teqez kir ku ev bang ji bo têkoşîna hevpar a jinan li dijî hêzên dijminê azadî yên li Rojhilata Navîn û dinyayê ye. Wan got:

Em piştgiriyê didin têkoşîna demokrasî û azadiyê ya jinan û hewl bidin di pratîkê de bibin bersiv.

Back to top button