Amerîka, 3 milyon dolar li beramberî agahiyên li ser wî dide

Amerîka ji bo kesê ku agahiyan derbarê perpirsê DAIŞ’ê yê vîdyoyên bidarvekirinan tomar dikir, 3 milyon dolar xelat ragihand. 

Ev berpirsê DAIŞ’ê Mihemed Xideyir Mûsa Remedan e, ku bi navê Ebû Bekir El-Xerîb tê naskirin û welatiyê Urdinê ye.

Wezareta derve ya Amerîkayê diyar kir ku El-Xerîb derhêneriya gelek vîdyoyên êşkencekirin û bidarvekirina sivîlên bêguneh kiriye.

Ev dîmen û nexasim ên jêkirina seriyan, tirskek mezin xist nava civaka navdewletî û bandor li gelek kesan li seranserî cîhanê kir ku tevlî DAIŞê bibin.

Tevî têkçûna DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê, lê heta niha jî çete û şaneyên wê carcaran êrîşan pêk tînin.

Back to top button