Talîbanê êrîşek pêk anî, 15 kes ji herdu aliyan hatin kuştin

Piştî bidawîkirina agirbestê bi 2 rojan, endamên Tevgera Talîbanê, êrîşek li ser navendeke polîsan pêk anî û15 kes hatin kuştin. 

Îro, Talîbanê, li dijî navendeke polîsan li Rojavayê Efxanistanê êrîşek pêk anî.

Di şerê ku nîv seatê dewam kir de, 15 kes ji herdu aliyan hatin kuştin.

Li gorî berdevkê polîsên wilayeta Ferh, 7 polîsên wan û 8 endamên Talîban hatin kuştin.

Duh jî, tevgera Talîbanê êrîşek biribû ser nuqteyeke çavdêriyê ya ewlehiya bajarê Sîyacêrd ê bakurê Kabul.

Li vir jî, 14 polîs hatin kuştin.

Back to top button