Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê têkildarî biryara vekişîna hêzên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyanî da.
QSD’ê destnîşan kir ku, şerê li DAIŞ’ê dewam dike û biryara vekişînê wê alîkariya zinîdîkirina DAIŞ’ê bike.
Her wiha QSD’ê teqez kir ku, zindîkirina DAIŞ’ê ewlehî û aramiya cîhanê dixe xeteriyê de.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD’ê têkildarî biryara vekişîna hêzên Emerîkî ji bakur û rojhilatê Sûrî daxuyaniyek nivîskî da.
Fermandariyê diyar kir ku şerê li dijî DAIŞ’ê di baregehên wê yên dawî de û têkoşîna li dijî şaneyên wê yên veşartî li herêmên rizgarkirî ku aramnc dikin DAIŞ’ê li herêmê vejîne didomin..
QSD’ê îşaret bi biryara Qesra Spî ya vekişîna hêzên Emerîkî ji Bakur û Rojhilatê Sûrî kir û got,
Wê ev biryar bandoreke neyînî li ser pêngava tunekirina DAIŞ’ê bike.
QSD’ê destnîşan kir ku, wê ev yek derfeteke siyasî, leşkerî bide teror û alîgirên wê ku jinûve xwe zindî bike û êrîşên dijber li ser herêmê pêk bîne.
FERMANDARIYA QSD:
JI BEDÊLA KOALÎSYON VEKIŞE, DIVÊ PIŞGIRIYÊ ZÊDETIR BIKE
Fermandariya Giştî ya QSD’ê teqez kir ku, Pêngava Bagera Cizîrê li dijî DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye û têkçûna dawî pêk nehatiye.
Lê belê, ev qonax ya dawî û çarenûsî ye.
Ji lewre divê her kes bikeve nava tevgerê de û Koalîsyona navdewletî ji bedêla xwe vekişîne divê piştgiriyeke zêdetir bide hêzên ku li ser erdê şer dikin.
FERMANDARIYA QSD:
ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê WÊ ARAMÎ Û EWLEHIYA CÎHANÎ TÊK BIBE
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk ev hişyarî da.
Biryara vekişînê wê bandorê li ser armancên tunekirina DAIŞ’ê bike, ji lewre wê ev yek aramî û aştiya cîhanî têk bibe. Ji ber ku vekişîn di van şert û mercan de, wê bê-aramî, valahiyeke siyasyî û leşkerî li herêmê çê bike û gel di nava lepên hêz û aliyên dijminane de bimînin.